26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Ebadî qonaxa piştî DAIŞê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî qonaxa piştî DAIŞê gotûbêj kirin.

 

Roja sêşem 07.03.2017 li bajarê Hewlêrê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Heyder Ebadî Serokwezîrê Iraqê û şandekî li gel kir.
Di hevdîtinê de behsa pêşveçûnên meydaniyên dawî ya operasyona azadkirina Musilê li Rojhilat û Rojavayê bajarê Musilê kirin û her dû alî pîrozbahiya serkeftinên serbaziyên dijî DAIŞê li hevdû kirin û pêzanînên xwe ji bo hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqê hebû û tekez jî li ser bi hêztirkirina wê hemahengiya bi navê mîsogerkirina aramî û rûbirûbûna awayên dinê terorê ya piştî têkşikandina DAIŞê kirin.
Her di vê hevdîtinê de qonaxa piştî DAIŞê û rûbirûbûna rehendên dinê hizra terorê nirxandin, her wiha ronahî jî xistin li ser rewşa siyasiya navçeyê.
Pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û proseya siyasiya Iraqê mijareke dinê vê civînê bû.  

Nûçeyên têkildar