Fermandarê Pêşmerge: PKK li Şingalê bazirganiyê ligel Heşda Şeibî dike

Şingal-KDP.info- Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Emîd Simê Boselî dibêje, ew mebesta PKK ji mana li Şingalê baş nas dikin. Heriwha tekez dike ku bazirganiya di navbera PKK û Heşda Şeibî de gerim e.
Emîd Simê Boselî ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha rewşa Şingalê aram e û ti pirsgirêk tune ne, lê em ti rêkeftinê ligel PKKê nakin, ji ber ku qet nabe ew rêgiriyê li me bikin ku em li ser axa xwe biçin û bên. Divê ew ji navçeya Şingalê derkevin û ji bo derketina wan jî pêdvî bi ti rêkeftinan nake.”
Boselî wiha got: “Xelkê Şingalê daxwaz dikin ku hêzên PKKê biçin cihê ku jê hatine, ji ber ku êdî hebûna wan û zilma ku li xelkê dikin, nayê qebûlkirin.
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “PKK ji bo 2 armancan hatiye Şingalê. Ya yekem, ku tevliheviyê derxîne û li dijî dezgehên Himûmeta Kurdistanê û ezmûna Herêma Kurdistanê kar bikin. Ya duyem jî ew e ku destê xwe têxin destê Şîeyan de û bazirganiyê ligel wan bikin û herdu jî pêkve dijayetiya Kurdistanê bikin.




