Rojnamevanekî Bakur: PKK li Şingalê li dijî destkeftên neteweyî kar dike

Bakurê Kurdistanê-KDP.info- Rojnamevan û çavdêrê siyasî yê Bakurê Kurdistanê Mihemed Sanrî dibêje, PKK tenê ji bo yek armancê hatiye avakirin, ku ew jî dijayetiya gelê Kurd e. Herwiha dibêje, PKK ji berjewendiya dewletên dagîrker re kar dike û piştî raperîna Kurdistanê pilana wan hebû ji bo jinavbirina Parlamentoya Kurdistanê.
Mihemed Sanrî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji destpêka xwe ve, ti amajeyek li ser PKKê nayê dîtin ku em bêjin PKK xêrê ji herçar perçeyên Kurdistanê re û bi taybetî jî ji Başrûê Kurdistanê re dixwaze. Berdewam êrişî Başûrê Kurdistanê kiriye û bela xwe firotiye Kurdistanê. Ez qet bawer nakim ku armanca PKKê bidestxistina mafê neteweyî yê Kurdî be, ji ber ku heta niha wê partiyê ti destkeft ji gelê Kurd re bidestve neanîniye. Tenê rê ji generalên Tirkan re vekirine ku Bakurê Kurdistanê wêran bikin û ji ber vê yekê jî bi hezaran gund û bajarên Bakur xer bûne. Ev nêzîkî 40 salî ye ku karê PKKê tenê ev e. Herwiha îro jî li Şingalê li dijî destkeftên neteweyî kar dike, ku li şûna dijminan dagîrkeriyê dike.”
Wî rojnamevanê Bakurê Kurdistanê wiha domand: “Sala 1992ê jî, dema Herêma Kurdistanê Parlamentoya xwe ava kir, Rêberê PKKê Abdulah Ocalan derbarê avakirina Parlamento û Hikûmeta Kurdistanê wiha got: (Ev yek xencerek e û li pişta me ket, eger dijmin wan jinav nebin, emê jinav bibin.) Bi xwe armanca Ocalan ne ew bû ku parlamento û Hikûmeta Kurdistanê bikevin bin destê wan de, lê belê erkê PKK ew bû ku li ti cihekî rê nede ku Kurd bighên armancên xwe.”




