25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Swêd: Pêngavên Kurdistanê di warê çaksaziyê de pir paş in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di civîna xwe de ligel Serokwezîrê Kurdistanê de, Cîgira Serokwezîrê Swêdê ragihand ku ew destxweşiyê li Hikûmeta Kurdistanê dikin li ser pêngavên wê yên di warê çaksaziyê de.

Îro Sêşema 7-3-2017 li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Swêdî bi Serokatiya Issabela Lovin Cîgira Serokwezîrê vî welatî kir.

Di wê civîna de ku Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî û hijmareke wezîr jî amade bûn Cîgira Serokwezîrê Swêdê kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û spasiya xelk û hikûmeta Kurdistanê û hêzên pêşmerge kir ku karîne hijmareke zêde ji penaber û koçberan bihewînin û biparêzin.

Cîgira Serokwezîrê Swêdê Issabela Lovin herwiha behsa serdana xwe ya meydanê ya bo kempên penaberan kir û hevkarî û xizmetgozariyên ku ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve pêşkêşî penaberan hatine kirin bi girîng wesif kir û tekez kir ku lazime civaka cîhanî di wê warî de zêdetir hevkariya hikûmeta Kurdistanê bike.

Lovin herwiha diyar kir ku vê hevkariyên însanî û leşkerî yên Swêdê ên bo Kurdistanê berdewam bin û jiber destpêkirina prosesa reforman jî şanda mêwan spasiya hikûmeta Kurdistanê kir û ew pêngava han bi pêngaveke girîng û serkeftî bilêv kir.

Di beşeke din ya civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya serdana şanda mêwan û hevkariyên leşkerî û însanî yên Swêdê kir û hêviya vê yekê xwest ku hevkariyên Swêdê yên bo Kurdistanê bidomin.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha got: “Heta niha hikûmeta Kurdistanê ti fêdeyek ji wan qeriz û hevkariyên ku ji aliyê hikûmeta Îraqê ve ji welatên cîhanî tên wergirtin wernegirtiye û ew yek jî bûye sedem ku Bexda ew babeta han bixe aliyekî lewre em daxwaz dikin ku şanda mêwan di nava civîn û komcivînên cîhanî de behsa vê babetê bike daku parê Kurdistanê jî were dabînkirin.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de bi awayekî kurt behsa pêngavên hikûmetê yên taybet bi prosesa reforman kir.

Di berdewamiya civînê de behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya deverê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî hate kirin.

Nûçeyên têkildar