Civîna Serok Barzanî û Ebadî destpê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî serdana xwe ya bo Mûsilê gihişte Hewlêrê.
Heyder Ebadî îro bo serdankirina hêzên Iraqê yên ku di operasyona kontrolkirina Mûsilê de beşdar in, serdana Mûsilê kir û bi fermandeyên leşkerî re civiya.
Piştî serdana xwe ya bo Mûsilê, Ebadî serdana Herêma Kurdistanê kir û bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Kurdistanê.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir.
Piştî merasîma pêşwaziyê, Barzanî û Ebadî li Hewlêrê civiyan.




