26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê PDK-Tê: Ev şer dijayetiya serxwebûnê ye..Bila PKK ji Şingalê derkeve

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Serokê PDK-Tyê Mehmet Emin Kardaş daberê şerê Pêşmergeyên Roj û PKK de got, ev şer dijayetiya serxwebûna Kurdistanê ye û hebûna PKKê li Şengalê di berjewendîya dagirkerên Kurdistanê de ye.

Îro Serokê Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyê (PDK –T) Mehmet Emin Kardaş, li navenda partîyê li Amedê derbarê pevçûna di navbera YBŞê û Pêşmergeyên Roj de axivî. Kardaş aşkere kir ku li başûrê Kurdistanê liser xaka Kurdistana azad şerkirina li dijê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê tenê di xizmeta welatên dagirker dike.

Mehmet Emîn Kardaş êrîşa PKKê ya li dijî Pêşmergeyên Roj şermezar jî kir û wiha got: “Em wek PDK-T êrîşa çekdarên PKKê li hember Pêşmergeyên Roj bi tundî şermezar dikin. PKK bi biryara Îranê û Malîkî dixwaze li Başurê Kurdistanê aloziya peyda bike. Piştî êrîşa YBŞ liser hêzên Pêşmergeyên Roj,li Kurdistana Rojava çekdarê PYDê liser ofîsên Partiya Demokrata Kurdistana Sûriye û ENKSê de girtin.Avahiyên wan şewitandin û Ala Kurdistanê ji ser avahiyan anîn xwarê.”

Serokê PDK-T bang li hemû aliyên Kurdistanê kir û got: Dev ji şîretkirinê û temeniya berdin û helwestek zelal nîşan bidin. Ev şer ne şerê di nava hêzên kurdistanî de ye ,şerê dijitiya serxwebûna başurê Kurdistanê ye.

Nûçeyên têkildar