25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Hejmara niştecihên Kurdistanê %30 zêde bûye..Derman kêm bûye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyand, ku ji ber hatine koçberan û reva gel a ji destê terorê hejmara şêniya Herêma Kurdistanê ji sedî 35 zêde bûye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh duşemê 06-03-2017, li Hewlêrê pêşwaziya Komîserê Karûbarên Mirovî û Krîzan a Yekîtiya Ewropayê Christos Stylianides, kir. Di hevdîtinê de Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talabanî û hejmarek wezîrên Herêma Kurdistanê jî amade bûn.

Di hevdîtinê de şanda ewropî ji ber parastina hemû pêkhateyan û pêşwazîkirina mexdûrên şerê terorê spasiya gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê û herwiha Hêzên Pêşmerge kir.

Komîserê Karûbarên Mirovî û Krîzan a Yekîtiya Ewropayê Christos Stylianides tekez kir, ku dê hevkariya Yekîtiya Ewropayê ya jib o penaber û koçberên Herêma Kurdistanê berdewam be û diyar kir, ku paşerojê de jî dê di mijara aramî, tundurustî û perwerdehiyê de alîkariyan bigihînin navçeyên hatine kontrolkirin.

Christos Stylianides daxuyand, ku ji bo sivikkirina krîzan dê hevkariya Herêma Kurdistanê bikin.

Ji aliyê din ve Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî amaje bi wê yekê kir, ku ji ber hatina koçber û penaberan rêjeya şêniya Herêma Kurdistanê ji sedî 35 zêde bûye.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku serbazên Artêşa Iraqê yên li Mûsilê birîndar dibin li Herêma Kurdistanê tên dermankirin û da zanîn, ev yek sedema kêmbûna dermanan e li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî got, ku di vî warî de Bexda û civaka navdewletî weke pêwîst alîkarî nedane wan û got; “Pêwîste civaka navdewletî bi awayek cidî awir bixe ser vê pirsê.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji bo rûbirûbûna krîzan pêwîst zanî, ku Herêmî Kurdistanê ji deynên Banka Navdewletî yên didin Iraqê sûdmend be.

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxuyand, ku Hewlêr amade ye hemû pirsgirêkên xwe yên ligel Bexdayê bi rêya diyalogê çareser bike lê niha hikûmeta Iraqê bi şerê Mûsilê ve mijûl e.

Nûçeyên têkildar