Çavdêrek: Radestkirina Minbicê bi Esed xelkê Rojava dilgiran kirine

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Çavdêrekî siysî li Rojavayê Kurdistanê dibêje, PKK bi temamî alîkariya Hikûmeta Sûriyê dike û dibêje radestkirina Minbicê bi rêjîma Sûriyê xelkê Rojavayê Kurdistanê dilgiran kirine.
Mervan Badînî ji malpera KDP.info re ragihand: “PKKê li bajarê Minbicê bi sedan ciwanên Kurd bi kuştin dan û di dawiyê de ew bajêr radestî rêjîma Sûriyê kir, helbet xelkê Rojava ji ber vê yekê pir dilgiran bûne, ji ber ku PKKê zarokên wan birbûn leşkeriya neçar û niha xwîna wan kirin qurbanî rêkeftineke nediyar û ew dever dîsa dan destê Hikûmeta Sûriyê.”
Derbarê wê rewşa dijwar ya ku PKKê bi ser Rojavayê Kurdistanê de feriz kiriye, wî çavdêrî wiha domand: “Çekdarên PKKê êrişî Kurdan dikin, ofîsên partiyên Kurdî dişewitînin, sivkatiyê bi ala Kurdistanê dikin û siyasetmedaran davêjin binê zindanan, vê yekê jî xelkê Rojava pir dilgiran kirine, lewma jî divê PKKê wê siyaseta xwe bughere.”




