“Ji Salih Mislim û PKKê re gotin terorîst û wî jî dengê xwe nekir”

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Çalakvanekî siyasî ji Rojavayê Kurdistanê dibêje, balê PKK li Rojavayê Kurdistanê ku PYDê ye, ji ber siyasetên xwe yên çewt hat protestokirin û li pêşiya Salih Milslim PYD û PKK wek terorîst hatin binavkirin û tevî wê yekê jî dengê xwe nekir.
Şêrwan Îbrahîm, çalkvanî siyasî ku di kongreya Sosyal Înternasyonal de li welatê Kolombya beşdar bûye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Di wê kongreyê de Hevserokê PYDê û nûnerê PKKê li Rojavayê Kurdistanê Salih Mislim amade bû. YNKê navê PYDê pêşkêş kir ku bibe endam, lê endamên din ên kongreyê qebul nekirin û ew daxwaza YNKê hat redkirin. Ew redkirin ji ber ku haya wan ji reftarên PKKê hebû, ji ber ku endamên kongre digotin nabe PYD tevî wê hemû tekrewiya xwe bibe endam.”
Şêrwan Îbrahîm wiha got: “Endamên CHPê li wir ji Salih Mislim re gotin ku hûn terorîst in, lê tevî wê yekê jî wî gengê xwe nekir.”




