Nûnerê Êzdiyan: PKK li Şingalê tenê pirojeyên Îranê cîbicî dike

Dihoh-KDP.info- Serokê Desteya Bilind a Navenda Laleşê û Parlamenterê Kurdistanê Şêx Şamo ragihand ku şerê Xanesorê piştî serdana Heşda Şeibî û PKKê bo Tehranê, qewimî. Herwiha da zanîn ku PKK di bin çavdêriya Îran û Nûrî Malikî şerê li dijî Kurdan û Pêşmerge dike, ew jî ji bo ku Şingal bikeve bin destê Bexda û Tehranê.
Şêx Şamo ji ajansa Anadolu re ragihand: “Di bin çavdêriya Îran û Supaya Pasdaran, PKK şerê li dijî Hêzên Pêşmerge dike, da ku Şingal bikeve bin deselata Bexda û Tehranê, ku Îran dixwaze armancên xwe yên ji kevin de bidest ve bîne û hîlala Şîiî li navbera Iraq û Sûriye û Îranê de ava bike.”
Şamo wiha got: “Nûrî Malikî li ser rênmayên Tehran û fermandarên pilebilind ên Supaya Pasdaran serperiştiya çekdarên PKKê dike, ew jî ji bo derxistina alozî û şer û fîtneyê ligel Hêzên Pêşmerge li wê navçeyê. PKK tenê dixwaze xizmeta Îranê bike li Şingalê û pirojeyên wê cîbicî bike.
Wî parlamenterê Kurdistanê wiha domand: “Şandeke Kurdên Êzdî ku ser bi PKKê ve bûn û çend berpirsên Heşda Şeibî serdana Tehranê kiribûn û ev şerê vê dawiyê yê Xanesorê jî ji berhema wê serdanê bûye.”
Şêx Şamo ragihand: “Pêşmergeyên Roj ên Rojavayê kurdistanê li ser bingeha neteweyî û miroparêziyê hatine avakirin. Erkê Pêşmerge qet şerê navxwe nakin û tenê PKK şerê xwe difroşe Pêşmerge, ji ber ku Pêşmerge ber bi serxwebûna Kurdistanê ve diçin.”




