Çavkaniyek: Rêjîma Şamê çekên giran dide PKKê

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Çavkaniyeke cihê baweriyê li Rojavayê Kurdistanê eşkere kir ku derengiya şevê din, ji Balafirgeha Şamê ya Navdewletî çekên giran gihîştin Balafirgeha Qamişlo û ew hemû çek radestî PKKê kirin.
Wê çavkaniyê bê ku cur û rêjeya wan çekan eşkere bike, ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew çek bi riya Balafirgeha Şamê bo Qamişlo hatin veguhêstin û hemû jî radestî PYD û PKK hatin kirin, lewma jî metirsî heye ku ew çek ji bo tesfiya siyasî bikar bên.”
Li gorî wê çavkaniyê, ku ji ber hestiyariya mijarê nexwest navê wî bê eşkerekirin, wiha got: “Ev hewla rêzjîma Sûriyê û PKK, kar û kiryarên wê yên neneteweyî zêdetir diyar dikin.”




