26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

NU: Emê li ser hevkariya Kurdistanê berdewam bin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê de, Cîgirê Nûnerê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê ragihand ku ewê li ser alîkariya Herêma Kurdistanê berdewam bin.

Îro Hoşyar Sîwelî Berpirsê Pêwendiyê Derve yên PDKê pêşwazî li Corcî Bustin Cîgirê Nûnerê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê.

Corcî Bustin di wê hevdîtinê de ragihand: “Di pêşerojê de û heta niha pêwendiyan alîkariyeke baş pêşkêşî UN û rêxistinên ser bi wê ve kirine.” Herwiha wiha got: “Gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge gelek qurbanî dane û bi dilekî berfiref alîkariyeke mezin pêşkêşî penaber û koçberên Sûriye û Iraqê kirine, ew jî tevî ku rewşa aborî ya Kurdistanê dijwar e û ev yek jî cihê pêzanînê ye.”

Ji aliyê xwe, Hoşyar Sîweyî spasiya UN kir li ser pêşkêşkirina alîkariyan bo Herêma Kurdistanê û got ku ew bi çavekî mezin li kar û çalakiyên Kurdistanê dinerîn. 

Nûçeyên têkildar