Kurd li Bexda çaverêy bersiva layenên şî-ye dikin

Wefdê layenên Kurdistanî bi serokayetiya Dr. Berhem Salih û pişkdariya pênc layenên Kurdistanî yên nav perlemanê Îraqê li gel îtlafa nîştmanî ku pêkidhêt ji rewtê Sedir, encumenê bilindê îslamî, kongirê nîştmanî bi serokayetiya Ehmed Çelebî kombûn.
Necîb Ebdula serokê kutleya yekgirtû li perlemanê Îraqê diyarkir ku wefdî kurdî bi yek helwîst çûne di nav kombûnê da û got: Berî niha jî me nameyek radestî layenên şî ye kirî ye jiber ku Malikî berbijêrê hevpeymaniya nîştmanî bû bo postê serokê hikûmetê, lew me daxwaz jê kirî ye çaksaziyên bineretî di hikûmetê da bike, herwesa reftara xwe li gel layenên siyasî biguhore ku armanca me ewe ev çende bibe karta fişarî li ser Malikî bo wê yeka bişêyin di vê qunaxê da arîşeyan bi danûstandin çare bikin ".
Necîb Ebdula diyarkir ku eger Malikî reftarên xwe neguhorîn, wan bi aşikirayî gotî ye hevpeymaniya nîştmanî bijareyeka dî dê bihête pêş, ew jî lêpirsîn yan wergirtina baweriyê ji Malikî û em çaverê bersiva wanîn û her li Bexda bin bi hêviya wê yekê bigehine encamekê




