25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ji tirsa PKKê, zêdetirî 300 malbatên Êzdî koçber bûne

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Rêveberê Koç û Koberan li parêzgeha Dihokê Mecîd Şukrî dibêje, ji ber pirsgirêkên ku PKK li Şingalê derdixe, zêdetirî 300 malbatên Kurdên Êzdî ji malên xwe koçber bûne û êdî alîkarî dighên destê wan.

Mecîd Şukrî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji aliyê îdareya Şingalê ve em hatin agadarkirin ku ew malbatên ku ji destê PKKê reviyane hejama wan gihîştiye 300 malbatî, ku berê xwe dane navçeyên aram. Pêdviya wan koçberan bi alîkariyan heye. Me jî wek Rêveberiya Koç û Koçberan a Dihokê me 300 ton xwarin û pêdviyên jiyanê ji wan re pêşkêş kirin.”

Şukrî wiha got: “Hêj hinek koçberên din mabe ku em alîkariyê bighînin destê wan jî, ji ber ku ew çûne ser Çiyayê Şingalê û Mezarê Şerfedîn. Em pêşbînî dikin ku ji ber êrişên PKKê malbatên zêdetir koçber bibin.”

Nûçeyên têkildar