26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Serperiştiyarê Dezgeha Şa Selman a Siûdiyê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî pêşwaziya Serpereştiyarê Dezgeha Şah Selman a Erebistana Siûdiyê kir.

Îro Dûşema 06.03.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr Ebdullah Bin Ebdulezîz Bin Mihemed Elrebî'e Şêwirmendê Dîwana Paşayetiya Şahnişîna Siûdiyê û Serpereştiyarê Giştî yê Dezgeha Şah Selman ya ji bo hevkariya mirovî û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Serpereştiyarê Dezgeha Şah Selmana Siûdiyê silav û rêzên Paşaya Su'ûdiye bi Serok Barzanî gihand, her wiha ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo hewlên Herêma Kurdistanê ya li yarmetîdana koçber û lêqewimiyên şerê terorê hebû û spasî dam û dezgehên peywendîdarên Herêma Kurdistanê û her wiha rêxistinên Kurdistanê bi taybetî Dezgeha Xêrxwaziya Barzaniyê Nemir kir ku yarmetî û hevkariyeke ber bi çav pêşkêşî koçberan kiriye. Eve jî ragihand ku ji bo bikarin beşdar bin li karê xêrxwazî û mirovî û yarmetîdana koçberan hatine Kurdistanê û welatê wan jî hez bi vegerana aramî û aştiya navçeyê dikin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Paşayê Siûdiyê kir û destxweşiyê li kar û çalakiyên miroviyên Dezgeha Şah Selman kir û eve jî xisterû ku ji bilî hebûna şer û kêşeya aborî û gefên li ser Herêma Kurdistanê mîhvandariya hejmareke zêdeyê koçberan kiriye.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa ferhenga pêkvejiyana gelê Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku li raperîna 1991 da gelê Kurdistanê her çende jenosayd û enfal hatibû kirin lê belê bi navê vekirina rûpeleke nû li gel Iraqê da dest ji bo tolhildanê nebir û ev babet çanda lêborîna pêkvejiyana li Kurdistanê kûrtir kir.

Nûçeyên têkildar