25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berdevkê PDKê: PKK rêzê ji yasayên Kurdistnê re nagire û pêwîst e ji Şingalê derkeve

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed derbarê pevçûn û aloziya li Xanesora Şingalê de got, “Şingal perçeyekê Herêma Kurdistanê ye lê mixabin PKKê heta niha yasayên Herêma Kurdistanê nas nekirine û rêz negirtiye.” Li ser mijara şandina pêşmergeyan bo kêlgehên Kerkûkê jî Mehmûd diyar kir, divê ji bo çareseriyê rêbazên din bên bikaranîn.

Piştî civîna di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ya li Pîrmamê, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed civînekê rojnamevanî saz kir û behsa mijarên germ ên rojevê kir.

Yekgirtûya Îslamî ji bo gotûbêjkirina projeya xwe ya derbarê çareseriya krîza siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê îro ligel PDKê civiya. Biryare şanda Yekgirtû serdana YNKê jî bike. Di vê derbarê de Mehmûd Mihemed got; “Projeya Yekgirtû weke xwemxwariyekê ye û giring e. dikarin zêdetir jî li ser vê projeyê danûstaninan bikin.”

Mehmûd Mihemed di civînê de behsa civîna pênc alî jî kirine lê ji bo çareseriya pirsgirêkan divê civîneke berfereh bê kirin da ku hemû alî û pêkhateyên Kurdistanê jî tê de beşdar bin.

Derbarê girjî û aloziya di navbera Pêşmergeyên Rojava û alîgirên PKKê yên li Şingalê de jî Berdevkê PDKê wiha got: “Şingal perçeyekê axa Herêma Kurdistanê ye. divê li gorî yasa û rêzikên Herêma Kurdistan û Iraqê bê birêvebirin. Hemû hêz û aliyên li vê herêmê, hemxwîn û mhemneteweya me jî bin, divê li gorî van yasayan tevbigerin.”

Mehmûd herwiha got; “Şingal mûlkê Şingaliyan e. bêguman beriya hemû kesan ew divê xwe bixwe birêve bibin. Lê PKKê ev pirsgirêk derxist. Pêwîst e hêzên xwe ji wir derbixe. Lê mixabin PKKê heta niha yasayên Herêma Kurdistanê nas nekirine û rêz negirtiye. Di paşerojê de jî diyar e, ku ew rêzê li van yasa û rêzikan nagrin. PKK di hemû edebiyata xwe de hilbijartin û revatiya saziyên Herêma Kurdistanê nas nake. Sedeme ji nûve avadan nekirina Şingalê PKK ye. hebûna PKKê dibe sedema dirêjkirina nakokî û aloziyan. Lewma çareseriya herî baş ew e, PKK ji Şingalê derbikeve.”

Derbarê serdagirtina hêzekê YNKê ya ser şîrketa Petrola Bakûr a Kerkûkê de jî Mihemed ragihand; “Nedibû aliyek bi vî awayî hêza leşkerî bibe ser saziyekê berhemanîna petrolê. Tişta çêbû li gorî me ne baş bû. Divê pirsgirêk bi rêbazên din bên çareserkirin.”

Berdevkê PKDê herwiha got; “Divê ligel hikûmet û aliyên din ên siyasî li ser vê mijarê bihata axaftin. Eger pêwîstî bi bikaranîna hêzê hebe, hikûmetê dikariya bişîne, ne ku aliyekî siyasî. Ji ber ku evhelwest gelek tiştan diafirîne. Ev tê wê wateyê, ku eger partiyak xwedan hêza serbazî be dikare li cihên din jî dest dayne ser saman û dahatan. Ev yek jî pirsgirêkek ewlekarî û siyasî çêdike. Divê zêdetir gûftûgo bê kirin û hikûmet jî beşdarî biryaran be.”
 

Nûçeyên têkildar