26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Siyasetmedar û rewşenbîrî Êzdî bo PKK: Şingal Kurdistanî ye..Ji navçeya me derkevin

Çavkanî: KDP.info

 

Şingal-KDP.info- Siyasetmedar û rewşenbîr û mamosteyên Êzdî hişyariyê didin PKKê ku ji devera Şingalê derkevin û dibêjin Şingal ji Kurdistanê nayê cudakirin û çarenivîsa wê jî bi Kurdistanê ve girêdayî ye.

Seîd Cerdo Siyasetmedar û rewşenbîrê Kurdê Êzdî ji malpera KDP.info re ragihand: “Dema PKK hat Şingalê got em hatine alîkariya Kurdên Êzdî bikin, baş e niha çima ji Şingalê dernakevin? Êdî divê ji Şingalê derkevin. Xuya ye ku PKK bûye darê destê welatên herêmî û bo berjewendiyên wan li navçeyê mane. Lê em ji wan re dibêjin, Şingal û derdora wê Kurdistanî ye û êdî divê ew ji Şingalê derkevin. Tenê Pêşmerge divê wê navçeyê biparêze û pêwîstiya me bi PKKê nemaye. PKK zilmê li Êzdiyan dike û Pêşmerge çûn Xanesorê ji bo bergiriya li Êzdiyan.”

Dr. Silêman Fano, rewşenbîrê Kurdê Êzdî ji nahiyeya Sinûnê û derbarê nêta PKKê li devera wan, ragihand: “Ew hatine Şingalê da ku li navçeyê bimînin û axa Kurdistanê bo berjewendiyên welatan qut bikin, ku bûne darê destê wan welatan. Lê em ji wan re dibêjin Şingal ji Kurdistanê cuda nabe û pêwîst e PKK wê xeyalê ji serê xwe bavêje, ji ber ku çarenivîsa me ligel Başûrê Kurdistanê ye û jibilî Pêşmerge em ti hêzeke din qebul nakin. Lê PKK ji diyalog û gotûbêjan fêm nake, va em Kurdên Êzdî ji wan re dibîjin ji Şingalê derkevin.”

Eyad Ecac, mamosteyê zanîngehê û pisporê karûbarê Şingalê, ji malpera KDP.info re ragihand: “Mixabin ji wê bûyera ku li Şingalê çêbû, ku divê rê lê bê girtin ji ber ku eger alozî li wê navçeyê hebe, xelkê me nikarin vegerin ser mal û warê xwe, lewma jî erkê li ser milê Hikûmeta Kurdistanê girantir dibe. Niha Herêma Kurdistanê xwedî hêzeke naskirî ye li ser asta hemû cîhanê, lewma jî pêwîst e wek çawa ew Pêşmerge ji Kobanî vegeriyan, gerek PKK jî ji Şingalê derkevin, lê em dibînin ku PKK naxwaze ji Şingalê derkeve û dixwaze xwe bihêz bikin, ku divê bi riya gotûbêj û diyalogê ji Şingalê derkevin û divê êdî xelkê Şingalê biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.”

Nûçeyên têkildar