26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Baştirîn bersiv bo raperîn û Pêşmerge, serxwebûn e

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Bi helkefta 26yemîn salvegera raperîna sala 1991 ya Başûrê Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek belav kir û tê de got ku, baştirîn wefa û bersiv bo raperînê û Hêzên Pêşmerge, serxwebûn û rizgariya bi yekcarî ya Kurdistanê ye.

Ev jî tekesa wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bîst û şeş sal li ser raperîna xelkê Kurdistanê ya li dijî sîtem û zordarî û dagîrkeriyê de derbas dibe. Ew raperîn ezmûnekî bê wêneye di dîroka gelê Kurdistanê ya li yekrêzî û serkeftinê da. Yekrêziya aliyên siyasiyan û palpiştiya gel bû, bû sedema pêkhatina serkeftina raperînê ku rastiyê de werçerxaneke li dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û Parlemen û Hikûmet û hilbijartin û azadî pêkhat.
Yekrêzî û yekdengî waneya pir bihaya raperîna bihara 1991 e hem ji bo niha û ji bo nifşên paşarojê jî. Niha ku gelê me li qonaxekî pir li derfet û gefan de dijî, bi navê derbasbûna ji wê qonaxê zêdetirê her demekî pêwîstiya me hest bi berpirsiyarî û yekrêzî û li ber çav girtina berjewendiyên bilindên Kurdistanê heye, ji bo wê yekê ku serkeftin mîsoger bibin û ev qonaxa hestiyar bi serkeftî derbas bikin.
Bîranîna salvegera raperînê di demek de dikîn ku Pêşmergeyên me yên qehreman serkeftinên mezin li beranber terorîstên DAIŞê de tomar kirine, gelê Kurdistanê qurbanî daye û tehemula dijwar û qonaxên dijwar kirine, ji bo wê yekê jî baştirîn wefa û bersîv ji bo raperîn û Pêşmerge û qurbanîdana gelê Kurdistanê serbixweyî û rizgariya yekcarekiye. Bi pêwîstî dizanim eve bi xelkê xweragirê Kurdistanê rabigihînim ku paşarojeke geş û ronak li benda welatê me ye û raperîn û xwîna Pêşmerge û qurbanîdana gel berhem û encama xwe dibe.
Di bîranîna raperînê de hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên me yên serbilind û rêz û pêzanînên min jî ji bo wan têkoşer û qehreman û hemwelatiyan heye ku rola xwe li raperîn û yarmetîdana Pêşmerge û serxistina raperîna xelkê Kurdistanê de hebû.

Mesûd Barzanî
05.03.2017”

Nûçeyên têkildar