26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berpirsekî PDKê: Em nahêlin pilanên PKKê serbikevin û ji pişt ve xencerê li Kurdistanê bidin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Şaxa 11 ya PDKê dibêje, PKK bûye bela serê Kurdistanê û divê çareyek jê re bê dîtin ku baştirîn çare jî ew e ku ji navçeyên Başûrê Kurdistanê derkevin. Herwiha dibêje, Serok Barzanî û fermandarên Pêşmerge nahêlin pilanên PKK bi serbikevin û ji pişt ve xencerê li Başûrê Kurdistanê bidin.

Necat Hesen Berpirsê Şaxa 11 ya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Destek li pişt PKKê ye ku dixwazin destê xwe deynin ser hinek navçeyên Başûrê Kurdistanê û ev hemû tevgera wan jî ji bo têkdana rewşa birayetî û wekheviya li Kurdistanê ye. PKK pirsgirêkan li Başûrê Kurdistanê derdixe, da ku ji xelkê re bêje em jî hene. Dixwazin destê xwe deynin ser navçeyê û dixwazin destê xwe deynin ser navçeyê, lê ew yek tiştekî xerab e û serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê, Serok Barzanê û fermandarên Pêşmerge wan hemû pilanên wan dizanin û rê nadin wan ku ji pişt ve xencerê li Herêma Kuridstanê bidin.”

Necat Hesen wiha got: “Baştirîn çare ew e ku hêzên PKKê ji navçeyê derkevin û vegerin ser cihê xebata xwe, lê baweriya wan bi xebata siyasî nayê, me dît çawa dengê HDPê li wir ji ber PKKê kêm bû û ez piştrast im ku eger ew hewlên PKKê berdewam bin dê destkeftên din jî ji destê Kurdan biçin.”

Nûçeyên têkildar