Freedom House: Mafên Kurdan li rojhelata navîn dê binpê kirin

Rêkxirawa Freedom House di raporteka xwe ya li ser rewşa jiyana gelên blindest da diyar dike ku gelê Kurd li Turkiya û Êranê bê mafin û azadiya wan nine û hejmareka zêde ji siyasetmedar û rojnamevanên Kurd di zîndanan dene û biryara sêdaredanê li ser gelek çalakvanên Kurd li Êranê hatiye sepandin û civata nêvdewletî ji ber hendek berjewendiyê xwe heta niha ya pêdivî nekiriye.
Rêkxirawa Freedom House di raporta xwe ya sala 2012 de ragehand ku li cîhanê gelê herî zêde ku tê çewsandin û mafên wan tê binpê kirin gelê Kurde.
Li gorî raporê Tirkiye di nava welatên “nîv azad” de ye. rêkxirawê di rapora xwe de mafên kesî û mafên gel ên gelemperiyê yên li welatan nirxand. Di raporê de Tirkiye di nava lîsta “welatên nîv azad” de hate nîşandan.
Rêkxirawê sebaret bi Êranê jî diyar kir ku li Êranê azadiya jiyanê di astekî gelek xerab daye û li hember Kurdan û opozisyona Êranê gefa sêdaredanê herdem heye û bi hezaran Kurd û alîgirên opozisyona Êranê di zîndanê dane û Kurd, beluç û xelkên dî jî hemû mafên xwe yên mirovî bê parin




