25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encumena Şingalê: Em ji PKKê re dibêjin ji Şingalê derkev, ew jî xelkê me direvîne û teror dike

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Serokê Encumena Bajarokê Şingalê Weyis Nayif dibêje, xelkê Şingalê biryar didin ku ew ser bi çi aliyekî ve ne û dê paşeroja wan çawa be û dê kî îdareya wan bike.

Weyis Nayif ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev necara yekem e ku PKK wan karên xerab li sînorê Şingalê dike, em daxwaz ji wan dikin ku bi awayekî aştiyane ji Şingalê derkevin û vegerin wan navçeyan ku jê hatine. Lê mixabin rojane pirsgirêkan ji me re derdixin û xelkê me direvînin û wan teror dikin.

Nayif wiha got: “Heriwha çekdarên PKK sedemek in ji bo venegeriyana xelkê Şingalê bo ser mal û warê xwe, em ji wan re dibêjin derkevin, ew hêzên xwe zêdetir dikin û hewl didin ku Xanesor û hinek navçeyên din ji Şingal û Herêma Kurdistanê veqetînin, lê ew yek nayê qebulkirin û em li dijî helwestên PKKê ne.”

Serokê Encumena Bajarokê Şingalê Weyis Nayif ragihand ku, xelkê Şingalê biryar didin ku ew ser bi çi aliyekî ve ne û dê paşeroja wan çawa be û dê kî îdareya wan bike, ne jî aliyek ku cihê xebata wan ne Şingal û Herêma Kurdistanê be.”

Nûçeyên têkildar