26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rojnameya Şerqulewset: Heşda Şeibî û pasdaran fermana şer dane PKKê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Rojnameya binav û bang a Rojhilata Navîn, aliyên veşartî yên tevgera li Şingalê û armanca Îranê û Heşda Şeibî ya gurkirina şer li herêmê aşkera dike.

Li gor raporta rojnameyê ku li Londonê hatiye belav kirin, YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şingalê) ku ser bi PKKê ye, ji aliyê Heşda |Şeibî ve mehane mûçe ji wan re tê dayîn. Dervey wê jî di heyama borî de efser û fermandarên Supaya Pasdarên Îranê li Şingalê serdana binke û baregehên YBŞê kirine, gotûbêja pirçekbûn û çekên giran kirine.

Di vê derbarê de rêvebereke partiya Deweya Îslamî ya Nûrî Malikî di daxuyaniyeke de bo rojnameyê diyar kiriye, piştî ku navçeya Şingalê û gundên Êzdiyan ket dest PKKê, li ser daxwaza Malikî û bi hemahengiya li gel Supaya Pasdarên Îranê, YBŞ ji aliyê PKKê ve hatiye ava kirin.

Rêveberê partiya Dewe ku nexwast navê xwe aşkera bike ji rojnameya Şerqulewset re ragehandiye: ‘’Armanca avakirina YBŞê, vekirina serdestiya Heşda Şeibî ye, li ser rêyên hişk ên di navbera Iraqê û Sûriyê de û bo gehandina piştevaniya leşkerî bo hêzên Îranê û milîsên li Sûriyê, ji ber ew rê pir stratejîk e û pir giring e û Îran ji serdestiya Pêşmerge li navçeyê ditirse.’’

Herwaha amaje bi vê yekê ji dike ku Îranê, berê bi fermî û çend caran daxwaz ji Herêma Kurdistanê kiriye, ku rêyekê bo veguhestina çek û hêz bo Sûriyê vebike, lê ew daxwaz ji aliyê Hewlêrê ve bi tundî hatiye redkirin.

Rojname dibêje: ‘’Gurkirina şer di navbera kurdan de rê xweş dike bo hêzên Heşda Şeibî, ku rê li pêş hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê û partiyên din ên Kurdistanê digire ku tekoşîna serxwebûnê didin.

Nûçeyên têkildar