26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PKK: Em ne li dijî Esed in..Nêzîk em û Hikûmeta Sûriyê dê lihev bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê PYDê li Rûsya eşkere dike ku Kurd û partiya wan ne li dijî dewleta Beşar Esed in, lewma jî ew hewl nadin bo rûxandina wê dewletê û di paşerojeke nêzîk de ew û Hikûmeta Sûriyê dê lihev bikin.

Ebdulselam Mihemed Elî Nûnerê PYD li Rûsya ji ajansa RBS re ragihand: “Operasyona Furatê li nava axa Sûriyê hêzên Kurdî rastî pirsgirêkeke mezin kirine ku ji aliyekî şerê wê dike û ji aliyê din ve jî şerê DAIŞê dikin, lewma jî me dest bi danûstandin û rêkeftina ligel Hikûmeta Sûriyê kir. Di demeke nêzîk de jî dê rêkeftinek di navbera me û hikûmetê de bê ragihandin û hêzên me jî piştgiriya dewleta Sûriyê dikin.”

Nûnerê PYDê di dirêjahiya axaftinên xwe de wiha got: “Em ne li dijî dewleta navendî û Beşar Esed in û em hewl nadin ji bo rûxandina rêjîmê.”

Nûçeyên têkildar