Fermandarê Pêşmerge yê Êzdî: Pêşmerge bo bergiriyê li Kurdên Êzdî çûn Xanesorê

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Dirbo dibêje, PKK zilmeke mezin li Êzdiyan kiriye û Hêzên Pêşmerge çûne Xanesorê ji bo bergiriya li Kurdên Êzdî ji zilma PKKê.
Qasim Dirbo ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK hêzeke Erebî aniye sînorê Xanesorê ku bi çekên giran hatine, da ku rê li pêşiya Hêzên Pêşmerge bigire ji bo ku derbasî Xanesorê nebin.”
Dirbo wiha got: “PKK dixwaze xwe bi zorê li ser Şingalê feriz bike û xelkê Şingalê jî wan naxwazin, lewma jî rêgiriyan li pêşiya Hêzên Pêşmerge derdixin û pirsgirêkan derdixin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “PKK zilmeke mezin li Êzdiyan kiriye û Hêzên Pêşmerge çûne Xanesorê ji bo bergiriya li Kurdên Êzdî ji zilma PKKê.”




