Encumena Rûhanî ya Êzdiyan careke din hişyarî da PKKê..Ji Şingalê derkevin

Şêxan-KDP.info- Îro Şemiyê, Encumena Rûhanî ya Êzdiyan li perstgeha Laleşê, derbarê aloziya di navbera PKK û Pêşmergeyên Rojava de ragihand ku ew careke din hişyariyê didin PKKê ku divê navçeya Şingalê di bin destê Herêma Kurdistanê de be.
Encumena Rûhanî ya Êzdiyan careke din hişyarî da PKKê û daxwaz jê kir ku ji Şingalê derkevin.
Derbarê wê hişyariyê, Şêwirmendê Encumena Rûhanî ya Êzdiyan Kerîm Silêman ji malpera KDP.info re ragihand: “Me 3 xal pêşkêşî raya giştî û wan hêzên neyasayî kirin. Yekem: Me daxwaz kir ku şer rawestînin û em bi ti awayekî piştgiriya şerê birakujî nakin, ji ber ku hêj birînên me derman nebûne û êdî Êzdî nikarin êşên din bibînin. Duyem: Sinûn û komlegeha Xanesorê ser bi Herêma Kurdistanê ve ne û perçekirina wê navçeyê ne di berjewendiya Êzdiyan de ye. Lewma jî divê îdareya wê navçeyê di bin destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de be.”
Derbarê xala sêyemîn jî, Kerîm Silêman wiha got: “Em spasiya wan hemû hêzan dikin yên ku di karesata Şingalê de alîkariya me kirin, lê divê PKK ji wê navçeyê derkeve, ew jî wek çawa Hêzên Pêşmerge çûn Kobanî û piştre vegerin, Da ku Şingal bê avedankirin û jiyan li wir destpê bike.”




