25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S li Efrînê hat girtin

Çavkanî: KDP.info

Efrîn-KDP.info- Asayîşa PYDê li Efrînê Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Ebdulrehman Apo binçav kir.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Efrînê ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye (PDK-S) daxuyaniyek belav kir û ragihand, ku Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Ebdulrehman Apo li Efrînê hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniyê, roja 04.03.2017 demjimêr 03:00ê berê sibehê, hêzekê Asayîşa PYDê li Efrînê girtiye ser mala Ebdulrehman Apo û ew birne cihekî nediyar.

Heman daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir, ku li nahiyeya Bulbulê ya ser bi Efrînê jî hêzekê girtinê ya PYDê ser mala Endamê Encûmena Navçeyî ya PDK-Sê Ednan Îbrahîm Cabo ew jî girtine.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Efrînê ya PDK-Sê daxwaza serbestberdana Ehmed Sîno û Îdrîs Elo jî kir.

Tê zanîn ku ji roja 03ê Adara 2017an ve, gelek kesên endam û alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKSê ji aliyê asayişa Rojava ve hatine girtin.
 

Nûçeyên têkildar