Terora PYDê berdewam e..27 serkirde û endamên ENKSê hatin girtin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî ENKSê dibêje, PYD berdewam e li ser girtina serkirde û endamên wan û tenê di rojekê de 27 serkirde û endamên wan avêtin zindanan.
Dr. Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên PYDê berdewam in li ser terora xwe û ji Kobanî heta Sêmalka 27 endam û serkirdeyên me girtine.”
Azîzî wiha got: “Jibilî girtinê, çekdarên wan dest bi êrişa li ser ofîs û navend û malên endamên me kirine û agir berdane wan û sivkatiyê bi ala Kurdistanê û wêneyê ku tê de, dikin.”




