25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandarê Pêşmergeyên Roj: Divê PKK ji Şingalê derkeve..Civîn bêencam bû

Çavkanî: KDP.info

 

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Roj eşkere dike ku civîna di navbera fermandarên Pêşmerge û berpirsên çekdarên PKKê de bêncam bûn û divê PKK ji navçeya Şingalê derkeve.

Qadir Şêx Mem ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku îro şer di navbera Hêzên Pêşmergeyên Roj û PKKê de li nêzîkî Şingalê derket, û piştre şer rawestiya û gotûbêj destpê kirin, lê ew gotûbêj û civîn bêencam bûn.”

Şêx Mem wiha got: “PKK dibêje pêwîst e Hêzên Pêşmerge ji Xanesorê derkevin û gelek ziyan gihandine me, lê em dibêjin yê ku divê derkevin çekdarên PKKê ne û ne em in. Me cihê xwe li Xanesorê girtiye û em qet venakşin, ji ber ku axa Kurdistanê ye.”

Nûçeyên têkildar