Parlamenterê PDKê: Divê sînorek ji PKKê re bê danîn..Karesatekê ji Kurdistanê re amade dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Frakisyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de Omêd Xoşnaw dibêje, ew tişta ku îro li nêzîkî Şingalê qewimî nebirakujî ye, lê belê şerê avakirina dewletê û jinavbirina dewletê ye. Herwiha dibêje, eger sînorek ji PKKê re neyê danîn dê karesateke din bê serê Kurdistanê.
Omêd Xoşnaw ji malpera KDP.info re ragihand: “Her kesek bi rijandina xwîna Kurdan bi destê Kurdan dilxweş bibe, pir bêexlaq e, lê êrişa li ser çeteyên herêmî û dijminê serxwebûna Kurdistanê bi ti awayî navê wê ne birakujî ye, lê belê şerê dewletxwaz û dewletnexwaziyê ye.”
Xoşnaw wiha got: “Em ji zû de dizanin ku wek çawa di sala 1992ê de çekdarên PKKê bi nûneratiya dijminan yekem hêz bûn ku berê guleyên xwe dan parlamento û hikûmeta nû ya Kurdistanê, niha jî yekem hêz in ku şerê avakirina dewleta Kurdistanê dikin.”
Serokê Koma PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de, ragihand: “Eger sînorek ji wê hêza PKKê re neyê danîn bi piştrastî dê di paşerojê de metirsî û karesateke mezin bi ser tevahiya Kurdistanê û dîroka niha û siberojê ya welat û niştîman de were.”




