TCK: Ne şerekî birakujî ye..Şereke di navbera dewletxwaz û dewletnexwazan de

Amed-KDP.info- Tevgera Ciwanên Kurdistanê (TCK) ragihand ku ew şerê li nêzîkî Şingalê qewimî, neşerekî birakujî ye û şereke di navbera dewletxwaz û dewletnexwazan de. Herwiha TCKê dibêje, PKKeya ku Minbîcê teslîmê rêjîma Sûriyê kir çima ji Şingalê dernakeve?.
Derbarê pevçûna ku di navbera çekdarên PKK û Pêşmergeyên Roj de li Xanesorê derket, TCKê di daxuyaniyekê de ragihand: “PKK bi awayeke bêyasayî li Şingalê bi cih bû û dernakeve. PKK eşkere li dijî dewletbûnê têdikoşe. Loma di xwezayiya xwe de PKK û hêzên serxwebûnxwaz/dewletxwaz li dijî hev in. Loma jî em dikarin bêjin ev şer, şereke di navbera dewletxwaz û dewletnexwazan de, ne şerê birakujiyê ye.”
Tevgera Ciwanên Kurdistanê wiha domand: ”Peyva “birakujiyê” dûrî rastiyê ye. Gotineke ku tesîrê li ser hêstên Kurdan dike lê tu bingeheka wî ya mantiqî tune ye. Loma sîyaseta li ser vê gotina bêwate xisarê dide Kurdan û asteng e li pêşiya dewletbûnê.
TCKê ragihand: “Di dîrokê de gelek mînakên wî hene ku miletên ji bo dewletbûnê têdikoşin, pêşiyê di nava xwe de şerê hevudû kirine û hesabeke navxweyî dîtine. Piştî hesabê xwe temam kirne armanca xwe ya dewletbûnê pêk anîne. Em hîn di asta dewletxwestin û li dijî dewletbûnê de ne. Şerê me şerê man û nemanê ye.”
Tevgera Ciwanên Kurdistanê wiha domand: “PKK rêxistineke ku ji aliyê dagirkeran ve li dijî dewletbûna Kurdan tê bikaranîn. Loma Kurdên dewletxwaz çiqas xwe biparêzin jî dema ber bi dewletbûnê ve gavekê biavêjin dê PKK êrişî wan bike û bixwaze asteng bike. Ji ber ku karê wî ev e û mînakên wî jî me dîtin. Dema Pêşmergeyên PDK-Î xwestin li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bi cih bibin û amadekariya şerê Îrana dagirker bikin, PKK êrişî wan kir û du Pêşmerge şehîd kirin.”
Herwiha TCKê ragihand: “Piştî ku Şingal ji terorîstên DAIŞê hate rizgarkirin PKK bi awayeke neyasayî li wê derê bi cih bû û xwest ku Şingal û Kerkûk wekî kantonan bi Iraqê ve bên girêdan. Îro jî ji ber ku Pêşmergeyên Roj li ser sînorê başûrê rojavayê Kurdistanê bi cih bûne PKK êrişî wan kir. Naxwaze ew derbasî ser axa xwe bibin û biparêzin. Di encam de em çiqas xwe jê bisitirînin jî PKK dê her êrişî me bike. Hemû kesên ku li dijî dewletbûnê bin li dijî me ne jî. Loma divê hemû astengên li pêşiya dewletbûnê ji holê bêne rakirin.”
TCKê di dawiya daxuyaniya xwe de dibêje: “Em eşkere dibêjin ku em ji derewên “birakujiyê” bawer nakin û di vî şerê man û nemanê de em alî ne. Em piştgiriya Pêşmergeyên Roj dikin. Hêviya me ew e ku bi sîyasetên çewt neyin astengkirin û di demeke nêz de mizgîniya paqijkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji cahşan bidin me. PKKeya ku Minbîcê teslîmê rêjîmê kir çima ji Şingalê dernakeve? Tenê li ser vê pirsê bifikirin û li gor wî biryarê bidin ku ev şerê çi ye.”




