25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şêx Şamo: Em nahêlin careke din Şingal birîndar bibe

Çavkanî: KDP.info

 

Şingal-KDP.info- Nûnerê Êzdiyan di Parlamentoya Kurdistanê de dibêje, mana PKKê li Şingal û Sinûnê metirsî ye û divê zû ji navçeyên Başûrê Kuridstanê derkevin, da ku rewşa navçeyê têk neçe û careke din Şingal birîndar nebe.

Şêx Şamo ji malpera KDP.info re ragihand: “Em nahêlin careke din Şingal birîndar bibe . Ev demeke dirêj e ku me daxwaz ji PKKê dikir ku ji Şingalê derkevin, ji ber ku bi mana wan li navçeyê avedankirin nagihêje navçeyê û rêxistinên navdewletî nayên cihekî ku aramî tê de nebe.”

Wî parlamenterê Kurdistanê wiha got: “Mana PKK li Şingalê cihê metirsiyê ye û roj bi roj rewşa ewlehiyê li Şingal û deverê xerabtir dibe. Nabe êdî ew hêzên PKK xwe bi ser Şingalê de feriz bikin.”

Nûçeyên têkildar