25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rêveberê Sinûnê: PKK nahêle aramî vegere Şingal û derdora wê

Çavkanî: KDP.info

 

Sinûn-KDP.info- Rêveberê nahiyeya Sinûnê Nayif Seydo dibêje, PKK naxwaze aramî vegere Şingal û derdora wê, lewma jî pêwîst e zû ji navçeyê derkevin.

Nayif Seydo ji malpera KDP.info re ragihand: “Çarenivîsa xelkê Şingalê û derdora wê nexuya ye û sedema wê jî vedigere hebûna çekdarên PKKê li navçeyê, lewma jî em daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê dikin ku riya di navbera Rojava û Şingalê de bigire, ji ber ku nahiyeya Sinûnê bi dirêjahiya 76 km di sînorê Rojavayê Kurdistanê de ye û ew sînor berdewam vekiriye û çekdarên PKKê tê de diçin û tên û ev yek jî gelek pirsgirêkan ji me re derdixe, ji ber ku kesên xerab jî tê de diçin û tên û qaçaxçiyê tê de dikin û kelûpelên qaçax tînin nava Şingalê û navçeyê.”

Seydo wiha domand: “Çekdarên PKKê her bi wê riyê bi dehan otomobîlên bêtablo û camreş anîne Sinûn û Şingalê û kes jî nizane ew hemû otomobîl ji bo çi anîne navçeyê, xelk jî ji ber hebûna çekdarên PKKê û nebûna aramiyê naxwazin vegerin ser mal û warê xwe. Em berdewam daxwaz ji xelkê dikin ku vegerin navçeyên xwe, lê ew dibêjin heta PKK li navçeyê be em venagerin.”

Nûçeyên têkildar