26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Erebistana Siûdî jî hêviya pêwendiyeke aborî bihêz ligel Kurdistanê dike

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê nû yê Erebistana Siûdiye li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan hêviya pêwendiyeke aborî bihêz ligel Kurdistanê xwest.

Roja pênçşem 02.03.2017 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Feysel Bin Mensur El'têbî Konsolê nû yê Şahnişîna Erebiya Siûdiye li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de, Konsolê nû yê Şahnişîna Erebiya Siûdiye Feysel Bin Mensur El'têbî silavên Şah û Cîhnişînê Siûdiye bi Serok Barzanî ragihand û xweşhaliya xwe jî ji bo destbikarbûna xwe ya wekî Konsolê nû yê welatê xwe li bajarê Hewlêrê derbirî û hêvî xwest peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Su'udiye berev qonaxekî nûtir hengav bavêjin, bi taybetî li her dû kertên aborî û bazirganî da.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya ji bo destbikarbûna Konsolê nû yê Su'udiye li Hewlêr, bi hêztirkirina peywendiyên li gel Su'ûdiye dûpat kir û amadehiya saziyên Hikumeta Herêma Kurdistanê jî ji bo hevkarîkirina karên Konsolgeriya Su'udiye li Hewlêr derbirî.

Konsolê nû yê Şahnişîna Erebistana Siûdiyê pêzanînên xwe ji bo hevkarî û piştevanî kirina Hikumeta Herêma Kurdistanê li karên wan de derbirî û hêviya wê yekê xwest asta van peywendiyan bihêztir û bingeheke baştir ya ji bo her dû aliyan bibe.
 

Nûçeyên têkildar