WÊNE.. Salvegera koça dawî ya Barzaniyê Nemir li Rojavayê Kurdistanê

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Salvegera koça dawî ya General Mela Mistefa Barzanî li Rojavayê Kurdistanê bi merasîm û çalakiyên corbicor hatin lidarxistin û Kurdên Rojava li wir soza xwe ji bo dibistana Barzaniyê Nemir tekez kirin.
Îro Çarşema 1-3-2017 xelkê Rojavayê Kurdistanê salvegera koça dawî ya Barzaniyê Nemir bi merasîman lidar xistin.
Derbarê wê yekê de, Endamê Rêveberiya PDK-Sê Seîd Umer ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew mersîm li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê hatine lidarxistin û gelek Kurd kom bûn.”
Seîd Umer wiha got: “Eger ne ji guvaş û astengiyên PYDê be, dê hejmareke zêdetir ji xelkê di wan merasîman de beşdar bana.”
Endamê Sekretariyeta Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Rojava Dijwar Tofîq jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Xelk bi siloganên Serokê me Barzanî ye û bi bilindkirina ala Kurdistanê, di wan merasîm û çalakiyan de beşdar bûn û soz û peymana xwe ji bo rêbaza Barzaniyê Nemir dûpat kirin.”














