Rûsya dê aboriya Herêma Kurdistanê pêş bixe

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Serokwezîrê Kurdistanê de, Balyozê Rûsya li Iraqê ragihand ku welatê wî ji aliyê aborî ve giringiyeke mezin bi Herêma Kurdistanê dide, lewma jî şîrketên welatê xwe han dide ku li Kurdistanê kar bikin.
Îro Çarçema 1-3-2017 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Rûsya li Iraqê Maksîm Magsîmol û Cîgirê Rêveberê Giştî yê Beşa Rojhilatê Navîn di Wezareta Derve ya Rûsya Veleriyan Şovayer û şandeke şîrketa Gazprom kir.
Di wê hevdîtinê de, Balyozê Rûsya kêfxweşiya xwe bi yekem serdana Hewlêrê û bi pêşkeftinên Herêma Kurdistanê û nexasim di vê rewşa dijwar de, nîşan da. Heriwha amadehiya xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsya de nîşan da, ji bo vê yekê jî dê nêzîk serdana Herêma Kurdistanê bike.
Balyozê Rûsya tekez kir ku Rûsya ji aliyê aborî ve giringiyeke mezin bi Herêma Kurdistanê dide, lewma jî hanî şîrketên welatê xwe bi giştî û şîrketa Gazprom bi taybetî didin ku di warê enerjiyê de li Herêma Kurdistanê kar bikin ji ber ku derfeta kar li Kurdistanê heye.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Hikûmeta Kuridstanê berdewam piştevaniya sektora taybet a welatên dost dike ku bên û li Kurdistanê kar bikin. Herwiha tekez kir ku bi pêngavên Hikûmeta Kurdistanê di warê çaksaziyê de, rewşa aborî ber bi başiyê ve diçe û êdî şîrketên Rûdî dikarin di hemû waran de veberhênanê li Kurdistanê bikin.
Derbarê şîrketa Gazprom jî, Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Gazprom ne tenê şîrketeke Rûsî ye, lê belê şîrketele navdewletî jî û destxweşî lê kir ku li Kurdistanê kar dikir û niha jî biryar daye ku karê xwe li Kuridstanê berfireh bike.




