26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Osman Baydemîr: Ala Rengîn a hemû Kurdan e

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê di pêşwazîkirina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de diyar kir ku ew yek pêwîstiya karên dîplomatîk e û got, “Ala Rengîn a hemû Kurdan e.”

Berdevkê HDPê parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr li Enqere ligel hejmareke rojnamevan axivî û diyar kir ku ew ji pêşxistina peywendiyên dostane yên Tirkiyê ligel Herêma Kurdistanê dilxweş in û got: “Lê em dixwazin heman peywendiyên dostane bi Rojavayê Kurdistanê re jî bêne danin. Herwiha em dixwazin heman tişt bi zedetirî 20 milyon kurdên li Tirkiyê re jî bê pêkanîn.”

Baydemîr wiha got: “Ev yek merca serke ya dîplomasiyê ye. Serdana birêz Barzanî bo Tirkiyeyê, serdaneke dîplmatîk e û pêwîst dibînin. Ala Rengîn a hemû kurdan e û ti kes nikare kurdan bixapîne.”

Wî siyasetmedarê Kurd ragihand: “Piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê îradeya gel nehat naskirin û bi pevçûnan berê welat dîsa dan hilbijartinan. Heger dengê na ji sindoqên referandûmê derbikeve pê bawer bin ku dê ji bo hemû kesê baş be. Hemû kes dê qezenc bike. Heger dengên na derbikeve Birêz Serokomar dê weke serokomar berdewam be.”

Nûçeyên têkildar