25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmergeyê dêrîn: Peyama Barzaniyê Nemir kurdayetî û mirovayetî bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Pêşmergeyê dêrîn û Berpirsê Dezgeha Bilind a Îlonê Qadir Qadir behsa roja koça dawî ya Barzaniyê Nemir dike û dibêje, Barzaniyê bav ji bo hemû gelê Kurdistanê dibistanek bû û peyama wî jî jibilî ku Kurdayetî bû, herwiha aştî û mirovayetî jî bû.

Qadir Qadir ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek Pêşmergeyên Şoreşa Îlona Mezin û Gulanê di vê rojê de, ku roja koça dawî ya rêberê gelê Kurd Barzaniyê Mezin e, em sozê ji gelê xwe re nû dikin ku emê berdewam bin li ser rêbaza wan Pêşmerge û qehremanên ku xwîna xwe di ber Kurdistanê de rijandine”

Wî Pêşmergeyê dêrîn wiha got: “Mixabin Barzaniyê Nemir bi çavê xwe ev serkeftinên gelê Kurdistanê nedît, ji ber ku ev destkeftên niha bi destve hatine û gelê Kurd şanaziyê bi wan dike, ji encama şoreşa Barzaniyê Nemir bi dest ve hatine. Heriwha em dikarin bêjin ku, Şoreşa Barzanî heta niha jî berdewam e, lê xebata wî bi awayekî din e.”

Qadir wiha domand: “Kesayetiya Barzanî mînakeke ciwan û mezin bû, ku kariye di bin bana dibistana xwe de hemû netewe û pêkhatên cuda ên Kurdistanê kom bike. Kesên ku li Kurdistanê ne, hemû bi çavekî li wan neriye û hemû di bin wî banî de kom kirine, heriwha wan jî di bin wî banî de xwîna xwe di ber rizgariyê de dane.”

Berpirsê Dezgeha Bilind a Îlonê Qadir Qadir ragihand: “Xebata Barzanî gelekî berfireh bû, jibilî peyama kurdayetiyê, peyama aştî û mirovayetiyê jî hilgirtibû. Gelek Ereb û pêkhateyên din ên Iraqê di şoreşa wî de beşdar bûn, da ku nirxên mirovayetiyê vegerînin û gelên Iraqê ji bin destiyê rizgar bikin.”

Nûçeyên têkildar