UN navendeke çareseriyê û piştgiriya jinan li Kurdistanê vedike

Hewlêr-KDP.info- Neteweyên Yekbûyî li Herêma Kurdistanê navendeke din a çareserî û piştgiriya jinan vedike.
Îro Çarşemê danê nîvro, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyê bo karûbarê Seksî xanim Zeyneb Bangora û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de, şanda mêvan sipasî dezgehên ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir bo hevkarî û hevahengiya wan ligel rêxistinên ser bi UN, nexasim jî di warê karkirin li ser wan jinên ku destdirêjiya seksî li wan hatiye kirin.
Di beşeke din ji axaftinên xwe de, Nûnera Sekreterê UN kar û çalakiyên navenda çareserî û piştgiriya jinan ya ku ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê û bi alîkariya UN li Dihokê hatiye damezrandin, bilind nirxand. Herwiha tekez kir ku di pilana wan de heye ku navendeke din li Kurdistanê û yekê jî li Bexdayê vekin, ew jî bo çareserkirina wan jinên ku tundî li hemberî wan hatiye kirin yan jî ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bûne.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî hewlên xanim Zeyneb Bangora di warê rûbirûbûna tundiya li dijî jinan de bilind nirxand û daxwaz jê kir ku ji aliyl pisporî ve alîkariya Wezareta Navxwe û Encumena Bilind a Xaniman bikin da ku ew jî bikaribin baştir pirsgirêkên nava civakê bibin.




