Serok Barzanî û emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamî Ya Kurdistanê civiyan

Duhî li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Emîndarê giştî yê Yekgirtûya îslamiya Kurdistanê Mamoste Muhemed Ferec û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtineke de her du alî nêrînên xwe yên di derbarê rewşa niha ya Kurdistan, Îraq û Deverê lihev weguhastin û tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de kirin bi awayekî ku, xizmeta berejwendiyên giştî û netewî bike.
Di derbarê yekhelwestiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê ya di derbarê aloziyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de her du alî ev yek helwestiya han di ware bihêz kirina yekdengiya Kurdistanî de bigirîng wesif kirin.




