Êmînkî: Barzaniyê Nemir sembola berxwedan û xebat û nasnameya miletê Kurd e

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Êmînkî di peyamekê de bi boneya 38yemîn salvegera koça dawî ya Barzaniyê Nemir de, ragihand ku zatê mezin sembola berxwedan û xebat û nasnameya miletê Kurd e.
Ceifer Êmînkî di peyama xwe de ragihand: “Barzaniyê Nemir bav û rêber, sembol û mulkê berê û niha û paşerojê yê neteweya Kurdî û tevahiya xelkê Kurdistanê ye. Ew zatê jêhatî, lêvegerek e ji bo siyaset, fîdakarî, azayetî, lêborîn, aştî û yekrêziyê, ku hemû jiyana xwe di nava şoreşên rizgarkirina Kurdistanê re derbas kiriye. Piştî koça xwe ya dawî jî, serwetek ji hizrê neteweyî û pêşmergayetî û canfîdayê û demokrasî û aştî û azadiyê ji me re hişt.”
Êmînkî wiha dibêje: “Barzaniyê Nemir dibistaneke neteweyî bo xwendina dersên xebat û şoreş û azadî û demokrasiyê damezrand. Lewma jî ew mêrxas bû hêma û sembolek bo berxwedan û xebat û şoreş û nasnameya miletê Kurd, ne tenê li ser asta navxwe, lê belê li ser asta navdewletî jî.”
Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê di peyama xwe de wiha domand: “Di 38yemîn salvegera koça dawî ya rêber û serkirdeyê miletê xwe de, em tekez dikin li ser bicîanîna hemû hêviyên gelê xwe û parastina destkeftên Kurdistanê.”




