Êdî Kurdistan û Rûsya pêwendiyên xwe bihêz dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a hevbeş ji Wezareta Derve ya Rûsya û kompanya Gazprom kir û di wê hevdîtinê de biryar hat dan ku êdî Kurdistan û Rûsya pêwendiyên xwe bihêz bikin.
Roja çarşem 01.03.2017 li Selahedîn, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilinda hevbeşa Wezareta Derveyê Rûsya û kompanya Gazprom a Rûsî kir ku ji Maksîm Maksîmov Balyozê Rûsya li Iraq, Valêriyan Şuvayv Cîgirê Birêveberê Giştî yê Beşê Rojhilata Navîn li Wezareta Derveyê Rûsya, Vîktor Sîmakov Konsolê Giştî yê Rûsya li Hewlêr û şandekî bilinda kompanya Gaziroma Rûsî pêkhatibûn.
Di hevdîtinê de ku Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê amade bûn, şanda mîhvan pêdagiriya welatê xwe li ser hevsozî û berdewambûna peywendiya li gel Herêma Kurdistanê dûpat kir û amadehiya Rûsya ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê di hemû waran de, xisterû.
Herwiha şanda mêvan pesnê serkeftin û qehremaniya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir di rûbirûbûna terorîstan de da û spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo asta bilind a hevkariya ligel Balyozxaneya Rûsya li Bexda û Konsolgeriya Rûsya li Hewlêr û kompanya Gazprom li Kurdistanê.
Di beşekî dinê vê hevdîtinê de şanda pilebilind a kompanya Gazproma Rûsî, plan û kar û çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê ji bo Serok Barzanî zelal kir û tekez li ser berdewamîdan û pêşxistina karên xwe kir.
Herwiha di hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistan û Rûsya, amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Rûsya pîşan da û tekez jî kir li wan pêşxistinan, herwiha daxwaz kir ku girîngiyeke taybet bi kertê çandinê bidin.
Serok Barzanî ji bo berdewamî û pêşxistina çalakiyên wan yên li Kurdistanê destxweşî li kompanya Gazprom kir.
Behskirina rewşa navçeyê û şerê terorîstan û pêşrewiyên operasyona azadkirina Musilê, beşekî dinê vê hevdîtinê bûn.




