25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamenterê Iraqê: Kurd gihîştine qonaxa dîplomatîka bihêz

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê Rênas Cano dibêje, Kurd gihîştine qonaxa dîplomatîka bihêz, wek çawa ala Kurdistanê di pêşwaziya Serok Barzanî de li Tirkiyê hat bilindkirin.

Rênas Cano ji malpera KDP.info re ragihand: “Di etekêta dîplomatîk de pir normal e ku ala Kurdistanê li welatekî bê bilindkirin, nexasim ku Herêma Kurdistanê û ala wê di destûra Iraqê de cihekî diyar digrin, lewma jî bilindkirina ala Kurdistanê mafekî destûrî ye û pîvaneke dîplomatîk e û di urfê dîplomatîk de tiştekî normal e.”

Cano wiha got: “Ji ber ku di dema borî de Serok Barzanî 180 pileyê siyaseta Herêma Kurdistanê guhertiye, niha ne tenê li ser asta Tirkiyê, lê belê li ser asta cîhanê jî kesayetiya Serok Barzanî bûye kesayetiyeke sereke û pir bi bandor li hemberî guhertinên navçeyê, lewma jî bi riya wî Herêma Kurdistanê jî bandoreke mezin li ser Rojhilatê Kurdistanê dike.”

 

Nûçeyên têkildar