26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serkirdeyekeî Yekgirtû: Danîna ala Kurdistanê îtîrafeke bi rastiya niha ya Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Rêveberiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dibêje, ew pêşwaziya ku Tirkiye li Barzanî kir, tê wateya ku ew welat îtîrafê bi rastiya niha ya Herêma Kurdistanê dike.

Endamê Rêveberiya Yekgirtû Behzad Zêbarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Di 100 salên borî de, ti hikûmeteke Tirkiyê nehatiye ser deselatê ku hiqasî îtîrafê bi mafê Kurdan bike. Tenê beriya 15 salan I wir gotina bavê Kurdistan qedexe bû, lê em îro dibînin di serdana Serok Barzanî de bi fermî ala Kurdistanê tê danîn, ku ev jî îtîrafek e bi rastiya niha ya Herêma Kurdistanê.”

Behzad Zêbarî wiha got: “Em hêvîdar in ku careke din pêvajoya aştiyê destpê bike û PKK û HDP li siyaseta xwe vegerin, da ku qonax bi qonax pêşde biçin û çav li siyaseta Herêma Kurdistanê bikin, ku niha em li Başûr gihîştine qonaxa serxwebûnê.”
 

Nûçeyên têkildar