Çavdêrekî siyasî: Tirkiye serxwebûna Kurdistanê qebûl dike

Hewlêr-KDP.info- Pisporê zanistên siyasî Salih Mela Umer dibêje, pêwendiyeke bihêz di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de heye û niha Enqere bi çavekî din li pirsa serxwebûna Kurdistanê dinere.
Dr. Salih Mela Umer çavdêrê siyasî û pisporê zanistên siyasî ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana Serok Barzanî bo Tirkiyê û hevdîtinên wî ligel berpirsên pilebilind ên wî welatî nîşana wê yekê ne ku pêwendiyeke bihêz di navbera herdu aliyan de heye.
Herwiha danîna ala Kurdistanê li tenişt ala Tirkiyê pir bi mane ye, ku dide xuyakirin ku helwesta wî welatî li hemberî Herêma Kurdistanê cuda ye û ew amade ne serxwebûna Kurdistanê qebûl bikin.”
Mela Umer wiha got: “Ev destkefta dîplomatîk û razîkirina welatekî mîna Tirkiyê bi serxwebûna Herêma Kurdistanê, vedigere bo serkeftina siyasetên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku wî roleke mezin dîtiye di çareserkirina pirsgirêkên navçeyê de û gihandina xebata gelê Kurd bi taybetî jî Kurdên Başûr, bo cihekî aram.”
Derbarê rola Serok Barzanî di çareserkirina doza Kurdî li Bakurê Kurdistanê, wî çavdêrê siyasî wiha domand: “Eger HDPê axaftinên Serok Barzanî cîbicî kiribana û eger PKK jî li ser pêvajoya aştiyê berdewam ba, dê niha rewşa Kurdên Bakurê Kurdistanê pir baştir ba û dê karîbana di nava Tirkiyê de mafê xwe bi dest xistibana, lê mixabin PKK nehişt ew yek ser bigire.”
Dr. Salih Mela Umer ragihand: “Ew şaşîtiyên PKK bûne sedem ku gelek pirsgirêk ji Kurdên Bakur re derkevin, niha bi awayekî giştî jî nûnerên wan hêviyeke mezin ji Serok Barzanî dikin, wek me dît çawa Ahmet Turk daxwaz ji Serok Barzanî kir ku rola xwe di aştiya li Tirkiyê de bilîze. Eger PKK û HDP jî bi ya Serok Barznaî bikin dê pirsgirêka Kurdî li wir çareser bibe.”
Attachments area




