26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Osman Ocalan: PKK ziyanê dighîne Kurdan..Divê ji Şingalê derkevin

Çavkanî: KDP.info
 

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê Kurd Osman Ocalan dibêje, PKK dixwaze bi zorê destê xwe deyne ser Şingal û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê, ku ev yek jî ziyanê dighîne Kurdan.

Osman Ocalan ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK li ser rêyeke şaş diçe, her cihê ku PKK diçe wir, bi zorê destê xwe datîne ser wê navçeyê. Roj bi roj dixwaze pirsgirêkan derbixîne û destê xwe têxe nav karûbarê Herêma Kurdistanê.”

Ocalan wiha got: “Divê PKK ji bo çareserkirina pirsgirêkan ligel partiyên Kurdistanî hevkar be û nebe alîkar ji bo derxistina nakokiyan. Pêwîst e PKK ji Şingalê û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê derkeve û xwe bi zorê li ser wan navçeyan feriz neke, ji ber ku eger li wan navçeyan bimîne dê bibe sedema şerê navxwe di navbera Kurdan de. PKK ziyaneke mezin dighîne Kurdan û dest ji dijayetiya Kurdan berde.”

 
 
 

Nûçeyên têkildar