“Dîplomatîka Kurdistanê bi serokatiya Barzanî pir serkeftî ye”

Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtburoya YNKê Şêx Ceifer Şêx Mistefa dibêje, dîplomatîka Herêma Kurdistanê bi serokatiya Barzanî li cîhanê pir pêşkeftî ye. Hevdem Arif Qurbanî dibêje, siyaseta Barzanî ligel welatên cîhanê pir serkeftî bûye û nexasim jî ligel Amerîka.
Arif Qurbanî: Dîplomtîka Serok Barzanî pir serkeftî bû
Hevdîtina vê dawiyê ya Serok Barzanî ligel Cîgirê Serokê Amerîka Maîkl Pêns li Munichê, ji aliyê çavdêrên siyasî ve wek civîneke pir destkeftên dîplomatîk bo Herêma Kurdistanê tê dîtin, ku di wê hevdîtinê de eşkere dibe ku Amerîka Herêma Kurdistanê wek dostekî sitratejîk dibîne.
Derbarê pêwendiyên di navbera Kurdistan û Amerîkayê de, çavdêrê siyasî Arif Qurban ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî rûxandina rêjîma Sedam, Amerîka Kurd kirin hevpeymaniyê xwe yên herî nêzîk. Lewma jî di şerê terorîstên DAIŞê li dijî Herêma Kuridstanê de ji her kesî re eşkere bû ku Kurdistan ji aliyê Amerîka ve xeta sor e. Em niha jî vê yekî di siyaseta Amerîka de dibînin. Amerîka dixwaze pêgeha xwe li Rojhilata Navîn bihêz bike, lewma jî pêwîstiya wê bi dostên mîna Kurdan heye, ku Kurd ne dostê demkî ne û yê demdirêj in. Herwiha dîplomatîka Serok Barzanî ligel tevahiya welatan û nexasim jî ligel Amerîka, pir serkeftî bûye, lewma jî niha Amerîka giringiyeke mezin dide Hewlêrê, nexasim jî îdareya nû ya Trump, ku eger bi xwe hewl bidin ez geşbîn im ku Kurdistan dê di nêzîk de dewleta xwe rabighîne, ji ber ku hemû bingehên dewletbûnê di Herêma Kurdistanê de hene.”
Şêx Ceifer Mistefa: Amerîka li pişta Kurdistanê ye
Siyasetmedar û pisporên leşkerî derbarê serdana dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê bo Ewropa dibêjin, şanda Kurdistanê ku ji şandeke leşkerî û siyasî pêk hatibû, wek şanda dewletekê hat pêşwazîkirin.
Endamê Polîtburoya YNKê Şêx Ceifer Şêx Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha Herêma Kurdistanê li ser asta cîhanê xwedî giraniyeke pir mezin e û wek dewletekî tê dîtin, wek mînak jî beşdariya şanda Kurdistanê di Konferansa Munichê de bi serokatiya Barzanî û hevdîtinên me ligel berpirsên pilebilind ên cîhanê, ku ez jî di nava wê şandê de bûn, em wek şanda dewletekê hatin pêşwazîkirin û wek em dizanin jî tenê dewletên serbixwe dikarin di wan konferansan de beşdar bibin.”
Şêx Ceifer Şêx Mistefa wiha got: “Amerîka berdewam e li ser pêşxistina pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê li piştî şerê DAIŞê, ez piştrast im ku dê pêwendiyên me berfirehtir bibin û di hemû egeran de dê Amerîka piştevaniya Kurdistanê bike û hemû amaje didin xuyakirin ku îdareya nû ya Amerîka û serokê wî welatî dê pêwendî û hevkariyên xwe ji aliyê dîplomatîk û leşkerî berfirehtir bibin. Herwiha dîplomatîka Kurdistanê bi serokatiya Serok Barzanî li ser asta cîhanê pir pêş keftiye. Hemû serkeftin û bihêziyeke Herêma Kurdistanê vedigere bo qehremaniya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê, ku karîn terorîstên DAIŞê bişkînin.”
Sîrwan Hemeşerîf: Îdareya Kurdistanê zêdetir giringiyê bi Kurdistanê dide
Niha îdareya nû ya Amerîka zêdetir û gerimtir li ser xetê ne û çavê wan li ser Kurdistanê ye, ji ber tekane cihê aram e li navçeyê.
Mamosteyê zanîngehê Sîrwan Hemeşerîf ji Silêmaniyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Serkeftinên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serok Barzanî di warên civakî û ferhengî de li dijî terorîstên DAIŞê, bala Serokê Amerîka Donald Trump dikşîne û ew yek jî dibe sedema giringiya zêdetir bi Herêma Kurdistanê. Serkeftina pêwendiyên dîplomatîk ên Kurdistanê li cîhanê vedigere bo siyaseta serkeftî ya Serok Barzanî ligel welatan, wek çawa me dît Amerîka di şerê li dijî terorê çiqasî alîkariya Kurdistanê kir.”




