26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Yildirim gotûbêj li ser rewşa siyasî ya navçeyê kirin

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info- Di dirêjahiya serdana Serok Barzanî ya welatê Tirkiye roja dûşem 27.02.2017 li bajarê Enqere birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Bînalî Yildirim ve hate pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de ronahî xistin li ser peywendiyên aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye û her wiha behsa serdana çaverêkirî ya şandekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bo welatê Tirkiye kirin ku bi mebesta nirxandina pêwendiyên aborî yên di navbera her dû aliyan dihêne Tirkiye.

Di beşekî dinê civînê de di derbarê rewşa siyasî ya navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî civînê firavînek li ser şerefa Serok Barzanî ya li Koşka Encûmena Wezîrên Tirkiye ji aliyê Serok Wezîrê Tirkiyê ve hate rêkxistin.

Di van hevdîtin û civînan de Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şanda li gel Serok Barzanî pêkanîbûn.
 

Nûçeyên têkildar