Fermandarekî Pêşmerge: DAIŞ dixwaze eniya şer li ser Mûsilê biguhere
__2017_01_05_h16m35s42__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê amaje bi vê yekê kir, ku egerê guhertina taktîkên DAIŞê heye, bi taybet piştî çêbûna fişara li ser rojavayê Mûsilê.
Li gor zanyariyên bi dest ketine, îro 27.02.2017ê çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê êrîşek li ser cîhê berhemanîna elektrîka Bêcî û bîrên neftê yê Êcîlê pêk anîne.
Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yê eniya Giwêrê Cemal Murtke ji malpera KDP.info re ragehand: “Hinek gund û komelgeh li Şingalê mane ku bên azadkirin û heta gavek ji axa Kurdistanê bimîne Pêşmerge dest ji DAIŞê bernade û dê hemû navçeyên xwe ji wan bistînin. Lê tê çaverêkirin ku DAIŞ taktîka xwe bughere û çalakiyan li Giwêr û Mexmûr û Dûbiz û Kerkûkê lidar bixe, da ku eniya şer ji ser Mûsilê bê guhertin û şerekî navxwe di navbera Sune û Şîeyan de derxin, ku êrişên xwe ji êrişên çekdarî bugherin bo êrişên partîzanî. Lewma jî pêwîst e em rê li pêşiya wan bigirin û nehêlin pilana wan biçe serî.”
Mortke wiha got: “Li sînorê Şingal û Rebîe Hêzên Pêşmerge navçeyên sînorê Iraq û Sûriyê kontrol kirine û riya alîkariyê li ser DAIŞê qut kirine, lê li hemberî parêzgeha Enbarê sînor vekiriye û diçin Sûriyê û tên.”




