26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîr û Mîr Tehsîn rewşa Kurdên Êzdî gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînekê de plana hikûmetê ya derbarê herêmên hatine azadkirin de ji Mîr Tehsîn re ragihand.

Roja duşemê (27-02-2017) li Hewlêrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya mîrê êzidiyên Kurdistan û cîhanê Mîr Tehsîn Begê kir.

Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de Serokwezîr Barzanî xêrhatina Mîr Tehsîn Begê kir û ji ber koça dawî ya hevjîna wî jî daxwaza sersaxiyê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku hevdîtinê de mijarên weke pêşketinên dawîn ên herêmê, rewşa êzidiyan li navçeyên hatine azadkirin û plana hikûmetê ya derbarê avadankirina herêmên hatine rizgarkirin, hatine nirxandin.

Herwiha hate gotin, ku çend mijarên din ên derbarê rewşa giştî ya herêmê, navçeyên êzidinîşin jî hatine gotûbêjkirin.

Mîr Tehsîn Begê mîrê êzidiyên Kurdistana û cîhanê piştî 3 salan roja 22ê Sibata 2017ê ji Almanyayê vegeriya Kurdistanê. Beriya çend rojan hevjîna wî xanima Tirko Şêx Cindî di temenê 75 salî de ji ber nexweşiyê li qezaya Şêxana Dihokê koça dawî kiribû.
 

Nûçeyên têkildar