26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Yildirim civiyan

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim civiyan.

Hevdîtina Mesûd Barzanî û Binalî Yildirim li Koşka Çankayayê di saet 12.35an de bêyî amadebûna çapemeniyê dest pê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, duh Yekşemî 26ê Sibata 2017ê saet 16:30ê gihîştibû Firokexaneya Ataturk a bajarê Stenbolê.Serok Barzanî duh li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek pêk anîbû û piştî bi dawî hatina civîna bi Erdogan re, Barzanî hatibû Enqerê.

Hevdîtina Barzanî û Yildirim a li Koşka Çankayayê bêyî amadebûna çapemeniyê dest pê kirî, saetek û nîvekê berdewam kir.
Serok Barzanî û Yildirim, piştî hevdîtinê di xwarina xebatê de jî civiyan.

Li gorî agahiyan di civînê de pêşhat û guhertinên Rojhilata Navîn bi giştî, aloziya Sûriyê, têkoşîna li dijî DAIŞê û têkiliyên aborî di navbera herdu aliyan de hatine gotûbêjkirin.
 

Nûçeyên têkildar